Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Japonya li Hewlêrê kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Konsolê Japonya li Hewlêrê kir.
Îro Pênçşema 22.04.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Arakawa Mîkîhîro Konsulê Japonya li Hewlêrê kir.
Di hevdîtinê de Konsulê Japonya li Hewlêrê ji bilî xwenasandina bi Serok Barzanî wekî Konsolê Japonya li Hewlêr, xwesta welatê xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera Japonya û Herêma Kurdistanê ya li warên cûda cûda de behs kir.
Her di vê civînê de Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Konsulê Japonya li Hewlêrê xwest û pêşwaziyê jî li berfirehbûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Japonyayê kir.
Rewşa siyasiya Iraqê û gef û êrîşên li ser Iraq û Herêma Kurdistanê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.




