Mesrûr Barzanî bo konsulên welatên Ewropî: Ev 10 meh in Bexda pereyên me nedaye

Hewlûr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi konsul û nûnerên welatiyên Yekitiya Ewropa re civiya.
Îro Sêşema 20.4.2021 Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Hewlêrê bi konsol û nûnerên welatiyên Yekitiya Ewropa yên li Herêma Kurdistanê re civiya.
Di civînê de rewşa Herêma Kurdistanê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê her wiha pêwendiyên Kurdistan û welatên Ewropî hatin axaftin.
Mesrûr Barzanî li ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê ragihand, hikûmeta Kurdistanê pabendî qanûna bûdceyê ye û daxwaz kir hikûmeta Iraqê jî pabendî wê yekê be û pişka Kurdistanê bişîne.
Serokê hikûmeta Kurdistanê da zanîn jî, ev 10 meh in hikûmeta Iraqê ti bûdceyek nedaye Kurdistanê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî hêviya wê yekê jî xwast ku pesendkirina qanûna bûdceya giştî ya Iraqê bibe destpêkek bo çareserkirina arîşeyên din li ser bingeha Destûrê bi taybet madeya 140 ya Destûrê û rewşa deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê jî normal bibe. Çimkî rewşa wan deveran bandorek xirab li ser aramî û ewlehiya Iraqê kiriye.
Mesrûr Barzanî ronahî xist ser pilana hikûmetê bo çaksaziyê jî û ragihand, hikûmet dixwaze çavkaniyên dahatê jî heme cur bike û xercên xwe kêm bike û girîngiyê bide zelaliyê, her wiha hêsankariyê bo bazirgan û karsazên biyanî dike da ku li Kurdistanê kar bikin.
Di dawiya civînê de serokê hikûmeta Kurdistanê bersiva pirsên dîplomatên biyanî da.




