Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokê Tîma Lêkolînên li Tawanên DAIŞê kir

Hewlêr-KDP.info- Îro Dûşema 19.04.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Kerîm Khan Şêwirmendê Taybet û Serokê Tîma Navdewletiya ser bi Neteweyên Yekgirtî ya ji bo lêkolîna li tawanên DAIŞê (UNITAD) kir ku ji bo malavayî û xatir xwestinê û dawî hatina erkê xwe serdana rêzdar kir.
Li hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî spas û destxweşiya ji bo wê xizmeta di dema erkê xwe da pêşkêş kiriye, pêzanînê ji bo hewlên wî yên komkirina belgeyên kirdar û tawanên DAIŞê û dûvdaçûna wan dûpat kir û hêviya serkeftinê li erk û karê wî yê nû da xwest ku wekî Dawakarê Giştî yê nû yê Dadgeha Navdewletiya Tawanan destbikar dibe.
Ji aliyê xwe ve Kerîm Khan spas û pêzanînên xwe ji bo peroşiya Nêçîrvan Barzanî ya ji bo pêkanîna Dadweriyê, her wiha ji bo hevkarî û hemahengiya aliyan û saziyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê derbirî ku di dema karkirinê de li ser dosyeya lêkolîn û dûvdaçûna tawanên DAIŞê pêşkêşî wî bi xwe û tîma wî hatiye kirin û hêvî xwest encama kar û erkê wan bi sizadana tawanbaran û pêkanîna dadweriyê ji bo qurbaniyan bigihe encam.
Herdu alî hevre bûn ku dadgehîkirina tawanbaran peyameke bihêze ji bo hemû tawanbaran li her kûderê bin bo eve jî hebûna yasayek ji bo dadgehîkirina wan li Iraq û Herêma Kurdistanê bi pêwîst zanî. Her wiha tekez kir ku qurbanî ji hemû pêkhatên bi Êzdî û Mesîhî û hemûyên din ve, çaverêya pêkanîna dadweriyê ne, dilgiraniya xwe jî nîşan dan ku hê jî metirsî û jîngeha belavbûna tundiyê heye û divê li rûyê perwerdeyî û kultûrî ve karên ciddî li ser bê kirin.
Hengavên dawî yên kar û erkê (UNITAD), vekirina nivîsîngeha UNITAD li Hewlêre ku biryare sibê bê vekirin, rewşa qurbaniyan û rizgarbûyên destê DAIŞê bi taybetî xûşk û birayên Êzdî, girîngiya alîkarî û piştgîriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê ji bo serkeftina kar û erkê tîmê û bi cîhbûna wê, mijareke dinê hevdîtinê bû.




