25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û şanda Amerîka: Em piştgîriyê li diyaloga aliyên kurdî li Sûriyê dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Mesrûr Barzanî pêşwazî li Cîgirê Şandeyê Amerîka yê taybet bo Sûriyê kir û di wê hevdîtinê de herdû aliyan piştgîriya xwe ji bo diyaloga aliyên Kurdî li Sûriyê nîşan dan.

Îro Yekşema 18.4.2021 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Cîgirê Şandeyê Amerîka yê taybet bo Sûriyê David Brownstein kir.

Di hevdîtinê de Konsulê Amerîka yê li Hewlêrê Robert Waller amade bû, pêşhatên dawiyê yên Iraq û Sûriyê û pêşvebirina hevahengiya ligel Hevpeymaniya Navdewletî ya Rûbirûbûna DAIŞê hatin guftûgokirin.

Di civînê de girîngiya tekezî li berdewambûna piştevanîkirina li hêzên Pêşmerge hate kirin ji bo rûbirûbûna metirsiyên DAIŞê ku hîn jî gefeke rasteqîne ye li gelek deverên Îraq û Sûriyê.

Herwiha herdu aliyan piştgîriya xwe ji bo diyaloga aliyên kurdî li Sûriyê bi arasteya misogerkirina mafên netewî yên gelê kurd di çarçoveya Sûriyê de tekez kirin.

 

Nûçeyên têkildar