25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî bo şanda Amerîka: Divê Pirsa Kurd di çarçova Sûriyê de bê çareserkirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civînekê de li gel Cîgirê Şandiyê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyê ragihand ku pirsgirêka Sûriyê bi rêya serbazî nayê çareserkirin û tekez jî kir, divê pirsa Kurd a li Sûriyê di çarçova wî welatî de bê çareserkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Yekşema 18/04/2021, pêşwazî li Cîgirê Şandiyê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyê David Brownstein û Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Rob Waller kir û krîza Sûriyê û pirsa Kurd a li wî welatî mijarên sereke yên civînê bûn.

Nêçîrvan Barzanî, di civînê de dûpat kir ku çareserkirina rewşa aloz a Sûriyê bi şev û rojekê nabe û rêya serbazî ne çareserî ye, divê pirsgirêka Sûriyê bi rêya siyasî û diyalogê bê çareserkirin.

Derbarê pirsa Kurd a li Sûriyê jî Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir, pirsa Kurd divê di çarçova Sûriyê de bê çareserkirin.

Brownstein tekezî li ser wê kir ku DAIŞê li Sûriyê hê jî metirsiyeke rasteqîn e û Amerîka û Hevpeymana Navdewletî hevkarî û piştvaniya hêz û aliyên hevpeymanên wan dikin di rûbirûbûna terorê de.

Dawîn pêşhatên rewşa Sûriyê bi giştî, erkê Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, amadehiya hêzên navdewletî, rewşa bakur û rojhilatê Sûriyê, girîngiya seqamgiriyê, giftugoya aliyên Kurdî û pirsa Kurd li wî welatî beşek ji mijarên wê civînê bûn ku gotûbêj li ser hatin kirin.

 

Nûçeyên têkildar