25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Tirkiyê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro Yekşema 18.04.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Fatih Yildiz Balyozê Tirkiyê li Bexda kir ku bi helkefta bidawîhatina erkê xwe yê li Iraqê seredana rêzdar kiribû.

Di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Tirkiye li Hewlêr amade bû, Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo erk û xizmeta wî ya li Iraqê û hewlên wî yên bi navê pêşxistina peywendiyên welatê wî ya li gel Iraqê spas û destxweşiyê li Balyozê Tirkiyê li Bexdayê kir, her wiha hêviya serkeftinê li kar û erkê wî yê nû da xwest.

Balyozê Tirkiyê li Bexda, ji bilî spas û pêzanînên ji bo wan hevkarî û hemahengiya di dema erkê wî da li gel aliyên peywendîdarên Iraqê hatine pêşkêş kirin, hêvî xwest peywendiyên Tirkiyê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê li ser bingeha rêz û berjewendiya hevbeş û cîrantiyeke baş ya li hemû rûyek ve ber bi pêşve biçin.

Nirxandina rewşa navçeyê bi giştî, rêkeftina Şingalê ya li navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê da û çend pirseke dinê girîng û hevbeş bûn, beşeke dinê mijarên vê hevdîtinê bûn.

 

Nûçeyên têkildar