25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û şanda Amerîkî: Em hêvî dikin aliyên Kurdî yên li Sûriyê bighên rêkeftineke hevbeş

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Cîgirê Nûnerê Taybetî yê Wezareta Derveyê Amerîka yê Karubarê Sûriye kir û di wê hevdîtinê de rewşa Sûriyê û pêşeroja Kurd ya li wî welatî mijareke dinê vê hevdîtinê bû û herdu aliyan hêvî xwestin ku aliyên Kurdî yên li Sûriye bighên rêkeftineke hevbeş.

a yekşem 18.04.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya David Brownstein Cîgirê Nûnerê Taybetî yê Wezareta Derveya Amerîka yê Karubarê Sûriye kir.

Li civînê de ku birêz Rob Waller Konsulê Amerîka li Hewlêr amade bû, Cîgirê Nûnerê Taybetî yê Wezareta Derveya Amerîka yê Karubarê Sûriye êrîşên vê dawiyê ya li ser Herêma Kurdistanê û Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê şermezar kir û ji bilî balkişandina li ser rola Serok Barzanî ya di parastina aramiyê, piştevaniya welatê xwe jî ji bo Herêma Kurdistanê dûpat kir.

Her di vê hevdîtinê de ronahî xistin li ser gef û metirsiyên terorê û hizra tundiyê û tekezî li ser hemahengiya hemû aliyane ya rûbirûbûna gefê terorê kirin.

Rewşa Sûriyê û pêşeroja Kurd ya li wî welatî mijareke dinî vê hevdîtinê bû û herdu aliyan hêvî xwestin ku aliyên Kurdî yên li Sûriye bighên rêkeftineke hevbeş.

Nûçeyên têkildar