26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Polîtburoya PDKê êrîşa ser Balafirgeha Hewlêrê şermezar kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Polîtburoya PDKê êrîşa terorîstî ya şevê din li ser Balafirgeha Hewlêrê û li ser navenda hêzênTirkiyê li Başîka ser bi Mûsilê, şermezar kir.

Polîtburoya PDKê di peyamekê de ragihand: “Em bi tundtirîn şêwe êrîşa terorîstî ya şevê din şermezar û îdane dikin, ku armanc ji wê êrîşê xerakirina seqamgîrî û aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê ye. Ew yek jî hewleke tirsnok e ji aliyê terorîstan ve ji bo şikandina moralê bilind ê xelkê Kurdistanê, lê rastî kela bihêz a dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê dibin û vala jê derdikevin.”

Polîtburoya PDKê wiha dibêje: “Pêwîst e hemû ew girûp û tîmên çekdar ên ku nakevin bin siya dezgehên hêzên ewlehiya Iraqê, sînorek ji wan re were danîn ji ber ku berdewamiya van karên wan ên terorîstî nearamiyêli Iraq û navçeyê çêdikin.”

Polîtburoya PDKê wiha domand: “Em ji Hikûmeta Iraqê û aliyên pêwendîdar dixwazin ku bi rastî hewl bidin ji bo diyarkirina wan kes û aliyên ku êrîş kirine. Herwiha em tekeziyê dikin li ser hevahengî û alîkariya zêdetir a di navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiya Iraqê û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji bo nehiştina van karên terorîstî û ji bo bicîhanîna aramî û asayişê.”

 

Nûçeyên têkildar