26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Rûsya li Iraqê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Rûsya li Iraqê kir.

Îro Pêncşema 15ê nîsana 2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Maksîm Maksîmov Balyozê Rûsya li Iraqê kir.

Balyozê Rûsya li Iraqê ku ji ber dawîhatina erkên xwe û mebesta xatirxwestinê serdana Serok Barzanî kiribû û ji bo wê hemahengî û karê hevbeşa ku di navbera welatê wî û Herêma Kurdistanê de heye spasî Serok Barzanî kir. Herwiha ew yek jî ragihand ku peywendiyên herdu aliyan bingeheke xwe ya bihêz heye û derfeteke baş ji bo berfirehtirkirina peywendiyan di warên cûda cûda de heye.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî Balyozê Rûsya li Iraqê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û pêşwaziyê jî li pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Rûsyayê kir.

Guftûgo û danustandina bîr û ramanên li ser rewşa siyasiya Iraq û navçeyê mijareke dinê vê civînê bû.

Hêjayî gotinêye ku li vê hevdîtinê de Oleg Levin Konsulê Rûsya li Hewlêrê jî amade bû.

 

 

Nûçeyên têkildar