Serokatiya Herêma Kurdistanê: Divê sînorek ji van êrişên terorîstî re were danîn

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Herêma Kurdistanê êrişên li ser Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê û bingeheke hêzên Tirkiyê li Başîkê weke “êrişên terorîstî” bi nav kir û ragihand, “dubarebûna wan êrişan bo çend caran pêwîstî bi helwêsteke ciddî heye û divê sînorek jê re bê danîn.”
Di daxuyaniyeke nivîskî de Serokatiya Herêma Kurdistanê bi tundî wan êrişan şermezar dike û dibêje, “ti hêncetek ji bo van êrîşan nîne, ji xeynî ziyan û têkdana aramî û alozkirina zêdetir a rewşa Iraqê, ti tiştekî din li pey nayê û bi temamî li dijî berjewendiyên welat e.”
Di daxuyaniyê de tê gotin: “Dubarebûna van êrîşan bo çend caran, pêwîstî bi helwêsteke cidî heye û divê Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî hemahengî û alîkariya di navbera xwe de zêdetir bikin ji bo rûbirûbûna wan grûpên ku li pişt van êrişan e û sînorekî yekcarî ji wan re bê danîn, da ku careke din aramî û asayişa welat nexin metirsiyê û bila rewş aloztir nebe.”




