25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Gûrûbên terorîst wê baca êrîşa ser Hewlêrê bidin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê êrîşa îşev li ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û binkeya serbazî ya Başîkê peyamek belav kir û tê de da zanîn ew gûrûbên li pişt vê êrîşêne wê baca vê êrîşê bidin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser êrîşa mûşekî ya li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ragihand: “Endamên komên terorîstî ku li paş vê êrîşa îşev in, dê baca vê kiryara xwe bidin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kir û tê de ragihand: “Ez bi awayekî herî tund, êrîşa terorîstî ya îşev a ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê û binkeya serbazî ya Tirkiyê ya li Başîkê û komên terorîstî yên li paş vî karî şermezar dikim. Êrîşên van demên dawî, hewleke pir diyar û eşkere ne, ji bo têkdana aramî û asayîşa me û hemahengiya me ya ligel Hevpeymaniya Navdewletî.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Her komeke çekdar ku di çarçoveya hêzên ewlehiyên yên fermî yên Iraqê nebin, divê demildest ji sînorê Herêma Kurdistanê vekişin. Di rojên bê de ez ê ligel hevbeşên me yên li Iraq û civaka navdewletî de li ser rêkarên cîbicîkirina vê pêngavê gotûbêj bikin.”

Herwiha Mesrûr Barzanî dibêje: “Ez ligel Serokwezîr Mistefa Kazimî û Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî axivîm ji bo tekezkirin û dûpatkirina hemahengiya me ya derbarê armancên hevbeş de ji bo lêpirsîna li wan komên neyasayî. Em xelkê Herêma Kurdistanê dilniya dikin; endamên komên terorîstî ku li paş vê êrîşa îşev in, dê baca vê kiryara xwe bidin.”

 

Nûçeyên têkildar