Nêçîrvan Barzanî bang li civaka navdewletî kir: Enfalê wek jenosayd nas bikin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê di 33emîn salvegera jenosîda Enfalê de ragihand, dewleta Iraqê divê kesukarên qurbaniyan di warê maddî û ma’newî de qerebû bike û em daxwazê dikin wê erka xwe ya yasayî û exlaqî bi cih bike û dadwerî pêk bê. Herwiha daxwaz ji civaka navdewletî jî kir ku wan tawankariyan bi jenosayd bidin naskirin.
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wiha ye:
“Em îro 14ê Nîsanê bîranîna 33 saliya tawanên Enfalan dikin ku yek ji dirindetirîn tawanên rejîma berê ya Iraqê ye, bê cûdahî bi sedan hezar jin, zilam, zarok û pîrên bê guneh ên Kurdistanê rapêçî çol û biyabanên bê rêûbaniyên mirina bi kom kirin û bêbakane zêdetirî 182 hezar welatiya komkuj û zindî biçalkirin. Jîngeh û xwezaya xweşik a welatê me wêran kirin û şûnewarên jiyanê bi yekcarî li hezaran gund û bajarokên Kurdistanê jê birin.
Di vê bîranînê de em serê rêz û rûmetê li ber giyanê pak ê şehîdan de ditewînin, bi rêz û rûmetê wan bi bîr tînîn, her dem bi zindiyî li bîrdanka gelê Kurdistanê de dimînin. Silav ji bo wan û silav û rêz ji bo malbat û kesukarên wan ên serbilind re dişînîn ku berevaniya jan û êşeke kûr ya bê veqetandî kirine û digirin. Pêwîst e her çi di şiyanê de heye xizmeta zêdetir û baştir pêşkêşî kesûkarên şehîdan bê kirin.
Bîranîna şehîdan û dîroka pir bi xwîn û rondikan divê handerê tebayî û yekrêziyê be û em hemû pêkve kar bikin bo ku tu careke din karesatên wiha li ser gelê Kurdistanê û li hîç cîheke din li ser mirovayetiyê de neyê.
Piştî ku Dadgeha Bilind a Tawanên Iraqê Enfalan bi jenosayd û tawanê dijî mirovayetî û tawana cengê nasand, dewleta Iraqê divê kesukarên qurbaniyan di rûyê maddî û ma’newî de qerebû bike û daxwazê dikin wê erka xwe ya yasayî û exlaqî bi cih bike û dadwerî pêk bê. Herwiha em daxwazê ji civaka navdewletî jî dikin wan tawankariyan bi jenosayd binasînê. Divê ew tawan li programên xwendin û di hemû cîheke pêwîst de bê dokument kirin.
Silav li bîranîna şehîdan, silav ji bo giyanê wan ê pak, bîranîna wan her dem bixêr.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
14.4.2021”




