26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî cejna Çarşema Sor li Êzdiyan pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de Cejna Çarşema Sor li Êzdiyan pîroz kir.

“Cejna sersalê (Çarşema Sor) li hemû xûşk û birayên me yên Êzdî li Kurdistanê û cîhanê, pîroz dikim. Pîrozbahiyek taybet ji bo kesukarên qurbanî yên terorê û yên heta niha di wargeh û kampanda jiyana xwe derbas dikin. Bi hêviya ku cejn û bîrhatinên bên, di rewşeka baştir da li me vegerin.

Îsal jî dîsa cejn di demekêdaye ku tevî hemû cîhanê, Kurdistan jî ji destê Kovid -19 ê dinale, hêvîdarim her kes pêgirê rêkarên tendirustî û xweparêziyê bin. Mixabin tevî rewşa giran ya jiyana kampan, hîn jî çarenivîsa bêhtirî du hezar xûşk û birayên me yên Êzdî yên revandî jî nediyare.

Em dîsa hemû Êzdiyan piştrast dikîn heta dûmahiyê û hinde Êzdiyek revandî mabe, em dê li pey çarenivîsê wan bîn û çi pêwîst bike ji bo rizgarkirina wan, em amade û berdewamîn. Her wisa hewlên me ji bo avadankirina deverên Êzdiyan û bi parêzgehkirina Şingalê di gel Hikûmeta Federala Iraqê dê berdewam bin.

Sersala we hemûyan pîroz, her sal bi xêr û xweşî.

 

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

13/04/2021”

 

Nûçeyên têkildar