25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî cejna sersala nû ya Êzdiyan pîroz dike

Çavkanî: KDP.info
Hewlêr-KDP.info- Bi helkeftina hatina cejna sersala nû ya ola Êzdiyan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî tevaya Êzdiyên Kurdistan û cîhanê kir.
 
Peyama pîrozbahiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
 
“Bi helkefta cejna sersala olî ya Êzdiyan, pîrozbahiyeka germ li xuşk û birayên Êzdî li Kurdistanê û cîhanê dikim. Hêvîdar im sala nû, sala şadî û bexteweriyê û bi dawî hatina derdeserî û nexoşiyan be.
 
Bi vê helkeftê, xuşk û birayên Êzdî piştrast dikin, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaneka bihêz e ji bo daxwaziyên rewa yên Êzdiyan û hemû şiyanan dê bi kar bîne ji bo xizimetkirina pitir ya Êzdiyan û karkirin ji bo vegera awareyan û avedankirina deverên Êzdiyan bi hevkarî ya hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî.
 
Bêguman bicihanîna rêkeftinnameya Şingalê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê û derketina milîs û çekdarên neyasayî ji Şingalê egerekê girîngê vegera êminahî û seqamgîriyê ye ji bo deverê.
 
Mesrûr Barzanî
 
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê”
 
 

Nûçeyên têkildar