26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî sersaxî ji Îsmaîl Bêşikçî re xwest

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya hevjîna Îsmaîl Bêşikçî peyamek sersaxiyê belav kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo bîrmend û dostê qedirgiranê gelê Kurd Profesor Îsmaîl Bêşikçî

Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya hevjîna we ya birêz xanim (Leman Beşikci) gihîşt me. Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî we û malbata we ya birêz dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdar im rihê hevjîna we ya xwedêjêrazî bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
13.04.2021”

Nûçeyên têkildar