26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Cêgirê serok wezîrên Turkiya: Karîgeriya Barzanî li herêmê gelek mezine

Çavkanî: KDP.info

Turkiye-KDP.info/ Cêgirê serok wezîrên Turkiya ragehand ku ew di çarekirina pirsa kurdî da rijdin û diyarkir ku serokê herêma Kurdistanê dişêt rolê xwe di çarekirina pirsa kurd da bigêrît, ji ber ku karîgeriya wî li herêmê gelek zêde ye û wek Turkiya ew qîmeteka mezin didene helwîstên berêz Barzanî.


Beşîr atalay cêgirê serok wezîrên Turkiya bo kar û barên êmnahiyê, li bajêrê enqere yê paytexta Turkiya di kombûnekê da bo endamên parta dad û geşepêdan AKP diyarkir ku hikûmeta wan rijde di çarekirina pirsa kurdî da û got: (em dizanîn qonaxa çarekirinê ne asane û zehmetiyên mezin li pêşiya mene lê me bi dilsozî ve biriyar daye ku êdî li Turkiya bi temamî pirsa kurd çare bikin û bo wê yekê jî hevdîtinên li gel Ebdula ocelan gelek giringin).


Beşîr atalay herwesa li ser pirsa karîgeriya berêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li herêmê jî diyarkir ku Barzanî xudan rolek gelek giringe û kesayetiyekî xudan baweriyeka bi hêze û got: (bêguman di çarekirina pirsa kurdî da em bi hêvî ne ku berêz Barzanî rolê xwe yê karîger bigêrît û em dizanîn ew jî gelek bizavan dike bo ku tundutîjî li Turkiya nemînît û herdem daxûyaniyên gelek erenî derbarê çarekirina pirsa kurd da pêşkêş kirî ye).


Li aliyê dî wezîrê dad yê Turkiya di daxûyaniyekî da ragehand ji aliyê wan ve çu pirsgirêkek bo seredana li gel Ebdula Ocelan da nîne û got: (ez bawer dikim dê heta çend rojên dî hevserokê BDP Selahedîn demîrtaş û hevserokê kongireya civaka dîmokiratîk KCD Ehmed turik û perlemantera BDP Perwîn Buldan biçine girava Îmiralî û li gel ocelan da hevdîtinekî bikin).


Ji aliyê xwe ve yekîtiya Ewropa jî di malpera xwe da ragehand ku ew bizavên hikûmeta Turkiya bo çarekirina pirsa kurd bi erenî dibînin û ji her alî ve piştevaniyê lê dikin û aşikirakirin ku yekîtiya uropa di çarekirina pirsa kurd de li Turkiya dişêt hevkariyên pêdivî pêşkêş bike.

Nûçeyên têkildar