26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokomarê Iraqê rewşa Iraqê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Êvariya îro şemî 10.04.2021 li Koşka Selam ya li Bexda Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Dr. Berhem Salih Serokomarê Iraqê civiyan.

Di civînê de rewş û derfetên siyasiya Iraqê û pêşhatên siyasiyên dawî û encamdana hilbijartina pêşwexta Encumena Nûnerên Iraqê hat guftûgokirin û dûpat kir ku pêwîst e bingeha hilbijartineke paqij bê rexsandin û guzarişta rasteqîneya îradeya dengderan û ji bo derbaskirina qeyran û nakokiyên niha û zaminkirina aramiya li paşerojê da bê.

Di civînê de bi girîngiyê ve behsa pejirandina yasaya budceya Iraqê ya sala 2021 û çespandina beşa Herêmê kirin, tekez jî kirin ku pêwîst e budce bi navê dabînkirina xweşguzeraniya welatiyan û çareserkirina kêşeyên debarên jiyanê û mûçeyê da bê bi cîhkirin, heman demî de balkişandin li ser wê yekê ku pêwîst e ev destpêka guftûgoyekî binyatnerane bê ji bo çareseriya hemû kêşeyên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bingeha destûrê be.

Di mijareke dinê civînê de guftûgo di derbarê pêşhatên dawî û guhertinên navçeyê bi giştî kirin. Di vî derbarî de û bi mebesta derbaskirina gef û metirsiyan dakokiyê li ser yekxistina hêz û şiyanan û nêzîkirina bîr û boçûnên hêz û aliyan nakokiyên wan kirin.

 

Nûçeyên têkildar