26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Em piştevaniya xwe bo Şah û gelê Urdinê dûpat dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê peyamek belav kir û piştevaniya xwe ji Şahê Urdinê Şah Ebdullahê Duyem re ragihand.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir û ragihand, “Em hemû piştgiriyekê bo xwedî şan, Şah Ebdullahê Duyem, Şahê Şahnişîniya Urdin a Haşîmî, xanewadeya Şahane û aramî, asayiş ş seqamgiriya Urdinê û gelê wê dûpat dikin. Hertim dilê me ligel gelê Urdinê ye. Xwedayê mezin wan biparêze.”

 

Nûçeyên têkildar