Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Dr Adil Ebdulmehdî kir

Duhî yekşem 17/02/2013 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya Dr. Adil Ebdulmehdî serkirde li Encumena Bilinda Îslamiya Iraqê û Seyîd Muhsîn El Hekîm û Mihemed Teqî kir.
Li hevdîtinê de, Serok Barzanî li nêzîk ve guhda nêrîna Encumena Bilinda Îslamî ya di derbarê wan kêşe û gîr û giriftên ku rû bi rûyê rêrewa pêvajoya siyasî bûne. Li vî warî de tekez li ser girîngiya çalakkirina diyaloga binyatnera navbera aliyan kir bi mebesta peydakirina çareseriyeke bingehîna ji bo hemû kêşeyan bi pişt bestina bi destûr û encamên peymanên navbera hêz û aliyê Iraqiyan û şeraketa rasteqîne li binyatnana welat û serxistina pêvajoya siyasî û demokratî li tevahiya Iraqê da û hengav avêtina berev qonaxekî nû ku tebayî û yekrêziyê bîne holê û xizmetguzariyên pêwîst û bingehîn ji bo welatiyên Iraqê dabîn bike.
Her li vê hevdîtinê de pêwendiya dîrokî û kûr a navbera her du aliyan de hate dûpatkirin




