Dibe ku Amerîka bo bidawî anîna rewşa aloza Sûrîya pena bo operasîyonên serbazî bibe

Fermandeyê giştîyê supayê Amerîka " Martin Dempsey" ragihand, ku eger dijwarî li Sûrîya berdewam bibe, dibe ku em pena bo operasîyonên serbazî bibe.
Di evê derbarê de li gorî malpera "CNN", evî fermadeyî weha ragihand, ku pêdivîye komelgeha navdewletî fişarên xwe ji bo bi dawî anîna desthilata serokê Sûrîya " Beşar El-Esed" xurtir bike, bê guman ev karê han jî gerek bi rêya dîyalog û danûstandinê bihê kirin.
Herweha evî fermandeyî got, heger berpirsên kuşka sipî daxwazê jê bikin, ku pilanek ji bo operasîyona serbazî dabine, ew amadeye di maweyekê kurt de evî karî encam bide.




