25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Keremê Seyad xizmeteke mezin ji bo ziman û wêjeya Kurdî kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Mesûd Barzanî di peyamekê de bi boneya koça dawiyê ya rewşenbîr û rojnamevanê kurd ê Ermenistanê Keremê Seyad, peyameke sersaxiyê arasteyî malbat, hevalên wî û rewşenbîrê Kurdistanê kir.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke mezin me nûçeya koça dawî ya nivîskar û rewşenbîrê Kurdê Ermenîstanê (Keremê Seyad) bihîst. Keremê Seyad kesayetiyeke xebatkar û niştimanperwer bû ku bi dehan salên temenê xwe ji bo beşa Radyoya Kurdî ya li Erîvanê terxan kir û ew bi xwe û malbata xwe xizmeteke mezin li ziman û edebiyata Kurdî û berdewamiya radyoya Kurdî ya Erîvanê kiriye.

Sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukar û rewşenbîrên Kurdistanê û cemawerê Kurdê Ermenîstanê û welatên Sovyeta berê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanîn.

Hêviya sebir û aramiyê ji bo hemû aliyekî dixwazim û rihê Keremê Seyad şad bê.

 

Mesûd Barzanî

28.03.2021”

 

Nûçeyên têkildar