Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji malbata Kadrî Yildirim û Keremê Seyad re xwest

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya koça dawîn a rewşenbîrê kurd ê navdar Prof. Dr. Kadrî Yildirim û medyakar Keremê Seyad di peyamekê de serxweşî li malbat û kesûkarên wan kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya serxweşiyê de ku li ser hesabê xwe yê twitterê belav kiriye dibêje: “Ji bo koça dawiyê ya nivîskar û akademîsyenê Kurd Profesor Dr. Qedrî Yildirim û nivîskar û medyakarê navdarê Kurd Keremê Seyad, ji malbat û kesûkar û dost û hevalên wan re sersaxiyê dixwazim û hevparê xema wan im. Hêvîdar im Xwedayê mezin canê wan bi dilovaniya xwe şad bike.”




