25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Jidestdana Dr. Kadrî Yildirim ziyaneke mezin e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya rewşenbîrê kurd ê navdar Prof. Dr. Kadrî Yildirim peyamek belav kir û têde got: “Lêkolîn û hewl û keda Dr. Kadrî Yildirim ya ji bo pêşxistina ziman û edeb û dîroka Kurd cihê pêzanînê ye.”

Serok Mesûd Barzanî ji ber koç dawî ya nivîskar û rewşenbîrê kurd ê navdar Prof. Dr. Kadrî Yildirim peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de, dibêje “Bi xemeke mezin me nûçeya koça dawî ya kesayetê niştimanperwer û akademîsyenê Kurd li Bakur û mamostayê herdû Zanîngehên Diyarbekir û Mêrdînê (Dr. Kadrî Yildirim) bihîst. Lêkolîn û hewl û keda Dr. Kadrî Yildirim a ji bo pêşxistina ziman û edeb û dîroka Kurd cihê pêzanînê ye û ji destdana kesayetiyeke wekî Dr. Kadrî ziyaneke mezin e.

Ez sersaxiyê pêşkeşî malbat, kesûkar, hevalên wî û hemû rewşenbîrên Kurdistanê dikim. Xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdar im rihê rehmetî bi buhişta fireh şad bike û sebir û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Mesûd Barzanî

27.3.2021”

 


 

Nûçeyên têkildar