Nêçîrvan Barzanî bo Qeter hat vexwendin

Hewlêr-KDP.info- Serok Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe bi biryara vekirina Konsulxaneya Qeter li Hewlêrê nîşan da û bi derfeteke baştir ya zêdetir pêşxistina peywendiyên Qeter û Herêma Kurdistanê da zanîn û dûpat kir ku aramî û yasayên handerê veberhênana li Herêma Kurdistanê, bingeheke baş ji bo kerta taybet û veberhênana Qeterî li Herêma Kurdistanê û ji wir jî ji bo hemû Iraqê direxsênê.
Îro Çarşema 24.03.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman El Sanî Cîgirê Serok Wezîr û Wezîrê Derve yê Qeter û şandeke li gel da kir.
Li civînê de ku birêz Şêx Ce’fer Şêx Mistefa Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û hejmarek ji berpirsan amade bûn, pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Qeter, rewşa navçeyê bi giştî û girîngiya alîkarî û hevbeşî ji bo aramiya navçeyê da, derfeta veberhênan û sermayeguzariya Qeterî li Herêma Kurdistanê û Iraq, piştî pêşhatên belavbûna pejika Kovid-19 û hengavên rûbirûbûn, metirsiyên serhildana Da’îş û çend pirseke dinê girîng û hevbeş guftûgo kirin.
D civînê de Serok Nêçîrvan Barzanî, vexwendineke fermî ji Şêx Xalid Bin Xelîfe Bin Ebdulezîz El Sanî Serok Wezîrê Qeterî wergirt ku serdana Doha bike û qebûl kir û xwest Herêma Kurdistanê ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên li gel Qeterê dûpat kir, her wiha destxweşiyê li temambûna rêkarên vekirina Konsolxaneya Qeter li Hewlêrê kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser rola girîng ya Qeterê û serkirdayetiya wê ya li navçeyê da kir û xweşhaliya xwe ji bo hengavên asayîbûna peywendiyên Qeterê li gel welatên Kendav derbirî û hêvî xwest hemu pêkve bikarin hevbeşî, alîkarî û hemahengiya baştir bi navê aramiya navçeyê da bikin.




