Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derve yê Qeter kir

Hewlêr-KDP.info- Îro Çarşema 24.03.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman El Sanî Cîgirê Serok Wezîr û Wezîrê Derveyê Qeterê û şandeke li gel da kir.
Di civîna di navbera wan de Wezîrê Derve yê Qeterê silavên Mîrê Qeterê bi Serok Barzanî gihand û pêzanînên xwe ji bo geşbûn û aramiya Herêma Kurdistanê hebû û ragihand ku li Herêma Kurdistanê derfetên gelek baş ji bo sermayeguzariyê heye. Eve jî xisterû ku vekirina Konsulxaneya Qeter li Hewlêrê dibê bingeheke baş ya karkirina li ser wê derfeta aborî û sermayeguzariya li Herêma Kurdistanê da heye. Hêvî jî xwest ku peywendiyên her du aliyan geşbûnê bi xwe ve bibîne.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî ji bilî bixêrhatina şanda mêhvanan kêfxweşiya xwe bi vekirina Konsulxaneya Qeter ya li bajarê Hewlêrê nîşan da û pêşwaziyê jî li berfirehtirkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Qeterê kir.




