Nêçîrvan Barzanî rewşa emnî li gel Wezîrê Navxweya Iraqê gotûbêj kir

Hewlêr-KDP.info- Îro Çarşema 24.03.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Osman El Xanimî Wezîrê Navxweya Iraqê kir.
Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên emnî yên Iraqê, kar û erkê hêz û dezgehên emnî yên ji bo parastina aramî û asayîşa bajaran, xwepêşandanên vê dawiyê ya li çend parêzgeheke Iraqê, metirsiya serhildana terorê, hengavên bi cîhkirina rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê ya ji bo asayîkirina rewşa Şengalê û çend pirseke dinê girîng û hevbeşbûn hatin guftûgokirin.
Herdu aliyan tekezî li ser pêwîstiya pêgiriya bi cîhkirina rêkeftina Şingalê li gel bi lezkirina hengavan bi alîkarî û hemahengiya aliyên peywendîdarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê kir û alîkariya hevbeş û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê ji bo rûbirûbûna metirsiyên Da’îş bi girîng û pêwîst zanîn.




