Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê dixwaze bi awayekî aştiyane çarenivîsa xwe diyar bike

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi helkefta Cejna Newrozê peyameke pîrozbahiyê belav kir û got, “Gelê Kurdistanê dixwaze bi awayekî aştiyane çarenivîsa xwe diyar bike û kêşe bi rêya aştiyê ve çareser bibin û bawerî bi şer û tundutîjiyê nîne.”
Peyama Serok Mesûd Barzanî;
“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina cejna neteweyî ya Newrozê pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû çînên xelkê Kurdistanê dikim. Pîrozbahiyê li hemû zar û gedeyên gelê Kurd li perçeyên dinê Kurdistanê û seranserê cîhanê dikim. Pîrozbahiyê li wan hemû neteweyan dikim ku Newroz beşeke ji kultûr û kevneşopiyên wan
Ji bo gelê Kurdistanê Newroz ji bilî hatina bihar û nûbûna xwezayê, wateya azadîxwazî û raperîna li dijî sitemkariyê jî dide. Kurd li Newrozê da raperînê kiriye bo ku ji bindestiyê rizgar bê û azadiyê bi dest ve bênê. Ruhê raperîn û azadîxwaziya Kurd gelek ji berê de hebu û niha jî her heye û heta bindestî û sîtemkarî hebê her berdewamiya xwe dibê.
Gelê Kurdistanê bawerî bi pêkvejiyana netewe û ol û bîr û ramanên cûda heye û li vî derbarî de xwedî kultureke dîrokî û kûre û bi kirdarî bingehên pêkvejiyanê piyade kiriye û kar pê kiriye. Di heman demê de jî giyanê azadîxwazî û pêkvejiyana Kurd, herdem li gel aştîxwaziyê de bûye. Gelê Kurdistanê dixwaze bi awayeke aştiyane çarenivîsa xwe diyar bike û kêşe bi rêya aştiyê ve çareser bibin û bawerî bi şer û tundutîjiyê nîne. Lê belê li gel wê de jî sitem û zordariyê ji tu aliyek qebûl nake ku kar gihîşte wê yekê zulm û te'dayî lê bêkirin berevaniyê li mafên xwe dike.
Em herdem dixwazin giriftên me yên ligrl Iraqê li ser bingeha şeraketê bêne çareserkirin. Gelê Kurdistanê li ser bingeha yekîtiya arezûmendane li Iraqê şerîk e. Dûrketina ji bingeha yekîtiya arezûmendane û bikaranîna zimanê zorîne û kemîne û kultûra xwesepandinê û înkarkirinê, bi piştrastiyê ve giriftan çareser nake.
Newroza we pîroz bê û bimînin bi xêr û xweşiyê da.
Mesûd Barzanî
20.3.2021”




