26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî Newroz pîroz kir: Werin em ji bo pêşerojeke baştir a Kurdistanê pêkve kar bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya Cejna Newrozê peyameke pîrozbahiyê belav kir û aşkere kir, “Bila em hemû alî û pêkhat li xweburde bîn, ji bo pêşerojeke baştir a Kurdistanê pêkve kar bikin û demokrasî û azadiyê biparêzîn.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî;

“Kurdistaniyên xweşdivî…

Cejna Newroz û serê sala nû ya Kurdî li malbat û kesukarên serbilindên şehîd û enfalkiriyan, gelê Kurd û tevahiya Kurdistaniyên li welat, li derveyê welat û li her kuderê bin, li Pêşmergeyên qehreman û hêzên emnî, bi germî û bi dil ve pîroz dikim, li wan hemû gel û welatan jî pîroz bê ku cejnê Newroz pîroz dikin, hemû salek bi xweşî be.

Pîrozbahiyeke taybet, spas û pêzanîn ji bo tevahiya tîmên pizîşkî û tendirustî û wan hemû aliyên peywendîdaran ku ji bo sala duyem li bereya pêş ya rûbirûbûna pejika Kovid-19 û can û selametiya welatiyan diparêzin. Ew xizmeteke mezin dikin, destê wan yê kedkar diguvêşim.

Bi rêz ve hevkarên wan bi bîr tînîn ku bi vê navê da canê xwe gorî kirin, her wiha wan hemûyan bi bîr tînîn ku bi vê pejikê canê xwe ji dest dan. Hevxemê malbat û kesukarên wanim. Hêviya selametî û bi lez başbûnê ji bo hemû tûşbûyan dixwazim. Spas û destxweşiyê ji bo Pêşmerge û Asayîş û Zêrevanî û Hawarçûn û hemû kesên li bicîhkirina rêkarên xweparêziyê da, hevkar û piştevanin.

Azîzan…

Newroz cejna pîroza neteweyî û hêmaya serkeftin û jiyan û azadiya gelê Kurd e. Sal û destpêkeke nû ye, wekî herdem hêvî û hêz û moralê bi me dibexşê. Bila em hemû ji wê destpêka nû da, bi xwe da biçîn, sûd ji şaşiyên berê werbigrîn û bexşînde û lêburde bîn. Bila em hemû bi hêvî û geşbîniyê ve li paşerojeke geştir binêrîn. Hemû hêz û şiyanên xwe yek bixîn, pêkve kar bikîn, mil bidîn ber û dijwariyan derbasbikîn.

Serkeftin û berev pêşveçûn, jiyan û guzeraniyeke baştir ji bo welatiyan, mîsogerkirina mafên destûriyên gelê Kurdistanê, yekrêzî û tebayî û pêkvebûnê ji me dixwaze. Divê dawî bi gengeşe û nakokiyên aliyên siyasiyên Kurdistanê bê ku herdem li ziyan û ji hev veqetinê zêdetir, tişteke din ji bo Kurdistanê pêkneaniye.

Bila em hemû alî û pêkhat li xweburde bîn, ji bo pêşerojeke baştir a Kurdistanê pêkve kar bikin û demokrasî û azadiyê biparêzîn. Her ji bo vê yekê jî piştî cejnê ji bo civîneke hevbeş a li Serokayetiya Herêma Kurdistanê hemû aliyan vedixwînim.

Kurdistaniyên azîz…

Ji bo çareserkirina kêşeyên li gel Hikûmeta Federal û kêşeyên Iraqê bi giştî, dûpat dikim ku Herêma Kurdistanê, hevkar û alîlar dibe û ji bo aramî û aştî û paşerojeke baştir a welat, hemû hewlekê dide. Divê em hemû ewe baş bizanîn ku çareseriya kêşeyên Herêma Kurdistanê li gel Hikûmeta Federal, kilîla aramî û pêşketina Iraqê ye.

Em ji bo hemû çareseriyekê dûrî li ‌xwesepêniyê amadene ku mafên rewayên gel û pêkhatên Iraqê, taybetmendî û mafên destûriyên Herêma Kurdistanê mîsoger bike, sîstema federalî û prensîp û bingehên hevbeşî û li hevhatin û hevsengiya rasteqîne biparêze. Daxwaz ji civaka navdewletî, Neteweyên Yekgirtî dikîn, li çareserkirina kêşeyên Iraqê de piştevan û hevkar bin.

Her di vê bîranînê de em tekez dikin ku Herêma Kurdistanê wekî herdem bi fakterê aramî û landika pêkvejiyan û lêborînî û hevdû qebûlkirina li navçeyê dimîne. Li karkirin û hevkarî û hemahengiya li gel hevpeymanan û civaka navdewletî de berdewam dibe. Li ser bingeha biha û berjewendiyên hevbeş, peywendî û alîkarî û hevbeşiya li gel welatên navçeyê û cîhanê pêş dixe. Bi hemû şiyanek ve li gel cîhanê rûbirûyê teror û tundiyê dibîn.

Her bi vê helekftê daxwaz ji welatiyên delal dikim, li geşt û seyranan hemû rêkarên xweparêzî û yasayên hatinûçûnê bi tevahî li ber çav bigrin û xwe û xwezaya xweşik a Kurdistanê biparêzin. Xwedayê mezin Kurdistan, Kurdistaniyan biparêze. Cejna Newrozê li we hemûyan pîroz bê, hêvîdar im em hemû cejn û helkeftên pêşerojê di keş û rewşeke baştir de pîroz bikin.”

Nûçeyên têkildar