26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî ligel Balyozê Fînlanda yê Iraqê civiya

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşema 17ê Adara 2021an pêşwaziya Balyozê Fînlanda yê li Iraqê Vesa Häkkinen re civiya.

Di civînê de geşe pêdana têkiliyên Fînlanda li gel Iraq û Herêma Kurdistanê û çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Fedralî li ser esasê destûrê û para Herêma Kurdistanê ji bûdceya fedralî ya Iraqê ya bo sala 2021an hatin nirxandin.

Balyozê Fînlanda Vesa Häkkinen hevdem li gel dubarekirina spas û rêzdariya welatê xwe bo rola Herêma Kurdistanê di rûbirû bûna terorê û ji nav birina DAIŞê de, tekez li ser berdewamiya piştîvaniya Finlandiya bo Herêma Kurdistanê kir.

Herwuha di berdewamiya civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî spasiya piştîvaniyên Fînlanda yên bo Herêma Kurdistanê kir û hêviya vê yekê xwest ku têkiliyên navbera herdu aliyan, zêdetir pêşde biçin bi taybetî di warê hêlbirîn û sermayegozariyê de.

Hilbijartinên pêş ê Iraqê, girîngiya cîhbicîhkirina rêkeftina Şingalê, derçûna milîsan û çekdarên derqanûnî li deverê û hewlên rûbirûbûna Koronayê li Herêma Kurdistanê, çend mijarên din yên civînê bûn.

 

Nûçeyên têkildar