26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Balyozê Japonyayê: Piştevaniya me bo Kurdistanê dê berdewam be

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Japonyayê li Iraqê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li balyozê Japonya li Iraqê, Sozokî Kotaro û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de balyozê Japonya pesnê Heêrma Kurdistanê da ku bûye faktoreka girîng ya aramiyê li deverê.

Wî dîplomatê Japonî têkestî li ser pêşxistina pêwendiyên Japonya û Kurdistanê û berdewambûna piştevaniya Japonya li hikûmeta Kurdistanê kir, bi taybet di warê aborî de.

Balyozê Japonyayê her wiha spasiya hikûmeta Kurdistanê kir ji ber ew alîkarî û hêsankariyên ku pêşkêşî ajans û saziyên sivîl yên Japonya dike ku li Herêma Kurdistanê kar dikin.

Serokê hikûmeta Kurdistanê jî spasiya piştevaniya Japonya li Herêma Kurdistanê kir û ragihand, hikûmeta Kurdistanê pêşwazî li pêşxistina pêwendiyên Japonya û Kurdistanê di hemû waran de dike.

 

Nûçeyên têkildar