26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Şehîdên Helebçê herdem di bîr û wijdana gelê Kurdistanê de zindî ne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di 33.yemîn salvegera kîmyabarana Helebce de ragehand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi erkê xwe yê serekî dizane xizmeteke baştir ji Helebce û kesûkarên şehîd û birîndarên wê karesatê re bike.

Îro 16.03.2021ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî çend wêneyek belav kir û amaje bi wê yekê kir ku: ‘’Îro bo rêzgirtina li rihê paqij ê şehîdên Helebce, me rêzgirtina bêdengî kir.’’

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje: ‘’Şehîdên Helebce herdem di bîr û wijdana gele Kurdistanê de zindî ne. Hikûmeta herêma Kurdistanê erke xwe yê serekî dizane ku xizmeteke baştir ji Helebce û kesûkarên şehîd û birîndarên wê karesatê re bike.’’

 

 

Nûçeyên têkildar