25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî bo Hikûmeta Iraqê: Li hemberî Helebce bi erkê xwe yê yasayî û exlaqî rabin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta 33 saliya kîmyabarana Helebcê peyamek belav kir.

Îro 16 Adarê ye û 33 sal bi ser wê cînosayda ku rêjîma Beis ya Iraqê roja 16 Adara 1988 li bajarê Helebcê kir, derbas dibe.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi vê helkeftê peyamek belav kir. Peyama wî wiha ye:

“Îro sîh û sê sal li ser kîmyabarankirina Helebcê bi destê rejîma Beis û şehîdbûna zêdetirê pênç hezar welatiyên bêtawan û birîndarbûna hezarên din û wêranbûna bajar û derbederbûna xelkê wê da derbas dibe.

Li bîranîna ku ti demekê ji bîr neçûyê wê mergesata mezina li ser gelê me de hat, ji bilî rêz û silav û xwe çemandina li asta şehîd û qurbaniyan da, wekî herdem tekez li ser yekrêzî û tebayî û pêkveyiya hemû aliyan û pêkhatên Kurdistanê dikin. Wefadariya me ya ji bo xwîna şehîdan û bi vala neçûna ked û xebata gelê me, her ewe ji me dixwaze.

Di vê bîranînê de dûbare tekez li girîngîdana zêdetirê Helebce û xelkê wê dikîn. Xizmeta birîndaran û kesukarên qurbaniyan, kar û hengavên zêdetir dixwazê ku hêjayê parêzgehê Helebce û nîştecihên wê yên serbilind û sitemdîtî bê.

Em daxwaz dikin ku Hikûmeta Iraqa Federal, wekî berpirsiyariyeke yasayî û exlaqî, derbarê vê yekê de erkê xwe bicîh bike û ji bo qerebûkirina nîştecihên wê û jîngeha wêrankirî û jehirkirina parêzgeha Helebcê, pêngavên kirdarî bavêje.

Di bîranîna mergesata Helebcê de, em daxwaz ji civaka navdewletî dikin ku karên ciddî bikin bo ku qedexekirina berhemhênan û bikaranîna hemû cûre çekekî komkujî û nehiştina çek û teknolojiya mirinê. Divê ev yek xema hemû cîhanê be ji bo parastina jiyan û jîngeh û şaristaniyetê.

Şehîdên Helebce û hemû şehîdên gelê me herdem di bîra me de ne û di wîjdana Kurdistaniyan de zindî ne. Silav û rêz ji bo giyanê wan ê pak.

 

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

16.3.2021”

 

 

Nûçeyên têkildar