25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Hêj şovenîstî li Iraqê serdest e û înkara mafên gelê me tê kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi boneya salvegera kîmyabarana Helebcê peyamnek belav kir û tê de ragihand: “Hêj hizra şovenîstî li Iraqê serdest e û înkara mafên gelê Kurdistanê tê kirin.”

Serok Mesûd Barzanî bi boneya 33emîn salvegera kîmyabarana Helebcê li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyam xwe de dibêje: “Cihê şermeke mezin e ku piştî tawanê kîmyabaran Helebcê û ew jenosîda ku li dijî xelkê Kurdistanê çêbûye, hêj deng û hizra şovenîstî li Iraqê serdest e û înkara mafên gelê Kurdistanê tê kirin.”

 

Nûçeyên têkildar