26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Rojnameyeka Si'ûdî: Malikî dixweze kudetayeka serbazî encam bide

Çavkanî: KDP.info

Rojanama "Şerq a Si'ûdî di hejmara xwe ya dawîyê de weha belav kirîye, ku Nûrî Malikî ji bo mana xwe li ser desthilatê gelek hibijêr danaye, yek ji wan hibijêran jî diristkirina kudeteya serbazîye.
Herweha evê rojnameyê weha balavkirîye, ku Malikî her demekê bixweze dikarê di (demjimara sifir) de kudetayekî serbazî encam bide, ji ber hêzeka pir mezin ji supayê û îstîxbaratî û dije-terorê di bin destê wî de ne.
Ev hêzên han jî bi fermana wî dilivin herweha Malikî hejmareka pir ji serokê êl û eşîretan kirîye û çek jî bi ser wan de belav kirîye.
Li gorî dîtvanên buyaran be, ku nivîsgehên partîya De'we yan Nûrî Malikî li navend û başûrê Iraqê û li deverên Şî'eyan bûne bi kogehên çekê û da ku di herdemekî pêdivî de bihên bi kar anîn.

Nûçeyên têkildar