Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê pir baş mafên xwe nas dike û qet dest jê bernade

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi boneya bîranîna 51 salvegera rêkeftina 11ê Aadara 1970an daxuyaniyek belav kir û tekez kir, “bi rêya çek, zebir û zengê nikarin îradeya gelê Kurdistanê bişkînin.”
Di peyama Serok Barzanî de hatiye,
“Bi bilindî ve bîranîna 51 saliya rêkeftina Adara 1970 dikin ku berhema xebat û têkoşîna gelê me ya şoreşa mezin a Eylûlê bû. Girîngiya rêkeftina 11ê Adarê di wê yekê da bû ku yekem car bû Hikûmeta Iraqê bi awayeke fermî beşek ji mafên rewayên gelê Kurdistanê pejirand û ew jî hate selmandin desthilatdarên Iraqê bi rêya çek û zebir û zengê ve nikarin îradeya gelê Kurdistanê bişkînin.
Berxwedan û qurbanîdana Pêşmerge û yekrêziya şoreşger û niştimanperweran bi serkirdayetiya Barzaniyê Nemir bû ku Hikûmeta wê demê ya Iraqê neçar kir bê ser mêza danustandinê û maf û destkefteke dîrokî ji bo gelê me bê tomarkirin.
Tevî ku rêkeftina 11ê Adarê di dawiyê de ji aliyê rejîmê ve hate binpêkirin lê belê ew destkeft derbasgehek bû ji bo qonax û hengavên mezintir ên xebata gelê me û pêkanîna destkeft û serkeftinên zêdetir.
Di vê bîranîna pîroz de di demekê de ku tekez li ser peyama aştîxwazî û pêkvejiyan û diyaloga gelê Kurdistanê dikin, bi bîra hemû aliyek jî tînîn, înkarkirina mafên gelê Kurdistanê û binpêkirina rêkeftin û bingehên destûrî û yasayiyên di derbarê mafên gelê Kurdistanê bi tu awayekê îradeya gelê me ya ji bo wergirtina mafên wê yên rewa naşkîne. Gelê Kurdistanê ezmûneke dûr û dirêj ya xebat û hişyarî û kolnedanê heye û gelek bi başî mafên xwe nas dike û qet dest jê bernade.
Mesûd Barzanî
11.3.2021




