25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Îradeya gelê Kurdistanê ji zebr û zeng û hêza çekan bihêztir bû

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek bi boneya 51emîn salvegera rêkeftina 11ê Adarê belav kir û wiha got: “Wekî herdem îradeya gelê Kurdistanê ji bo gihîştina bi mafên xwe ji zebr û zeng û hêza çekan bihêztir bû, û di dawiyê de her ew rêkeftin bûye bingeha destkefta mezintir li raperîn û federaliya Herêma Kurdistanê.”

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de dibêje, “Îro birêz û rûmetê ve em bîranîna 51 saliya rêkeftina 11ê Adara 1970 dikin ku berhema Şoreşa Mezina Îlonê û têkoşîna berdewam û mukimî û îradeya bilind a gelê Kurdistanê ya bi rêberiya Barzaniyê Nemir bû. Di vê bîranînê de silav û rêz ji bo giyanê pakê şehîdên Kurdistanê dişînîn ku bi navê azadiya gel û welat canên xwe gorî kirin.”

Nêçîrvan Barzanî rêkeftina 11 Adarê wek “yekem belgenameya fermî di dîroka nêzîk a gelê Kurdistanê de” de binav dike ku “Hikûmeta Iraqê neçar kir di çarçoveya otonomiyê de hinek ji mafên wê binasîne. Her çende Hikûmeta Iraqê paşê li ser bingeha lojîkiya hêz ji rêkeftinê poşman bû û paşve vekişiya, lêbelê wekî herdem îradeya gelê Kurdistanê ji bo gihîştina bi mafên xwe ji zebr û zeng û hêza çekan bihêztir bû, dawiyê de her ew rêkeftin bûye bingeha destkefta mezintir li raperîn û federaliya Herêma Kurdistanê.”

Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Lojîka hêz û paşgezbûna li rêkeftina 11 Adarê, di berdewamiya şer û anîna malwêranî û karesatên zêdetir ji bo Iraqê, tişteke din lêneketiye, ji bo wê yekê bila di vê bîranînê de em hemû li Iraqê pend û wane ji dîrok û şaşiyên berê werbigirin û pêgirî destûr û hevbeşî û alîkariya di navbera xwe da bin, heta hemû kêşeyan çareser bikin û aramî û pêşketin û paşerojeke baştir ji bo welat û hemû pêkhatên wê mîsoger bikin.”

Her di peyama xwe de Nêçîrvan Barzanî tekez dike, “Rêkeftina 11 Adarê wekî çawa berhema yekgirtin, tebayî, yekrêzî û şoreşeke seranserî ya hemû pêkhateyên gelê Kurdistanê bû, bila bîranîna wê jî bikin handerê tebayî û yekrêzî û pêkvekarkirin û alîkariya di navbera tevahiya aliyan û pêkhatan bi navê parastina destkeftan û çespandina sîstema federalî û misogerkirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê.”

 

Nûçeyên têkildar