26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Rêkeftina 11ê Adarê berhema xebat û qurbanîdana hemû xelkê Kurdistanê bû

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser salvegera rêkeftina 11 Adarê peyamek belav kir û tê de got, Rêkeftina 11 Adarê berhema xebat û qurbanîdana hemû çîn û pêkhateyên cuda yên xelkê Kurdistanê bû, xwast û îradeya gelê Kurdistanê bû bo pêkvejiyana aştiyane û redkirina şer û malwêraniyê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, li ser pêncî û yekemîn salvegera rêkeftina 11ê Adara sala 1970 peyamek belav kir. Peyama wî wiha ye:

“Em îro 51 saliya rêkeftina 11 Adara sala 1970 bibîr tînin ku destkeftek dîrokî ya şoreşa mezin ya Îlonê bû bi rêbertiya Barzaniyê Nemir.

Xebat û têkoşîna gelê Kurdistanê hikûmeta wê çaxê ya Iraqê neçar kir bo cara yekem beşek ji mafên rewa yên gelê Kurdistanê qebûl bike. Mixabin paşê hikûmeta Iraqê rêkeftin binpê kir û dîsa vegeriya bikaranîna tundî û şer li dijî gelê Kurdistanê.

Rêkeftina 11 Adarê berhema xebat û qurbanîdana hemû çîn û pêkhateyên cuda yên xelkê Kurdistanê bû, xwast û îradeya gelê Kurdistanê bû bo pêkvejiyana aştiyane û redkirina şer û malwêraniyê. Bi vê helkeftê em dîsa pêgirî li ser çareserkirina bingehîn ya pirsgirêkên xwe bi hikûmeta federal re dikin, ew jî li ser bingeha parastin û dabînkirina mafên Destûrî yên gelê Kurdistanê û bicîhanîna bingehên sîstema federalî li Iraqê.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê”

Nûçeyên têkildar