26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Papa Francis: Ji bo pêşwaziya germ spasiya gelê Kurd dikim

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Papayê Vatîkanê Papa Francis ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê serdana xwe ya Herkêma Kurdistanê peyamek belav kir û tê de ragihand “Ji bo wê pêşwaziya wan ya germ ku li min kirine, careke din spasiya gelê kurd dikim.”

Papayê Vatîkanê Papa Francis derbarê serdana xwe ya Herêma Kurdistanê ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî Twitterê spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û dezgehên herêmê û gelê Kurd kir, li ser pêşwaziya germ a ku li wî kirin.

Papayê Vatîkanê hefteya borî di navbera 5-7 Adarê serdana Iraqê û Herêma Kurdisanê kir û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hatibû pêşwazîkirin. Herwiha Papa Prancis beşdarî bi beşdariya 10 hezar mesihîyên li Herêma Kurdistanê li Yarîgeha Franso Herîrî beşdarî merasîma nimêja qedasiyê jî bû û ew merasim birêbe bir.

 

Nûçeyên têkildar