25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Encûmena Wezîrên projeya dayîna moleta xwendinê li Herêma Kurdistanê pejirand

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokê Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya û çend mijar guftûgo kirin.

Îro 10.03.2021ê Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serpereştiya Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de civiya. Di destpêka civînê de serokê encûmena wezîrên herêma Kurdistanê bi boneya roja cilûbergên netewî yên kurd pîrozbahî li Kurdistaniyan kir, bi çend sale hemwelatiyên Herêma Kurdistanê pîroz dikin û roja 10ê Adarê de bi merasîmên cuda ve rêz li cilûbergên xwe digrin.

Mesrûr Barzanî amaje bi serdana Papa kir û wek serdaneke giring û dîrokî pênase kir û got: ‘’Ew serdan teqez dike ku herêma Kurdistanê li navçeyê malbeteke giring a pêkvejiyana aştiyane ye.’’herwaha serokê encûmena wezîrên herêma Kurdistanê destxweşî li rêxistinvan û saziyên peyvendîdar ên hikûmeta herêma Kurdistanê û bi taybet jî hêzên ewlehiyê kir, bo serxistina wê serdanê ku bi awayekî serkeftî û di hewayekî aram de birêve çû.’’

Piştre Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî Piştîwan Sadiq û serokê fermangeha peyvendiyên derve Sefîn Dizeyî raportek derbarê serdana Papa û giringiya serdanê û encamên wê yên ji bo herêma Kurdistanê pêşkeş kirin.

Di beşeke din ê civînê de wezîrê xwandina bilind û lêkolînên zanistî Aram Mihemed Qadir reşnivîsa dawiyê ya dayîna moleta xwandinê li herêma Kurdistanê aşkera kir û piştî guftûgo û nêrîn dayînan û pêşneyar kirina çend têbiniyan û sererastkirinan proje hate pejirandin.

 

Nûçeyên têkildar