25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Papa bo Serok Barzanî: Kurdistan ji bîra min neçûye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Papa Fransis kir.

Îro Yekşema 07.03.2021 li bajarê Hewlêrê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Papa Fransis Papayê Vatîkan û Katolîkên cîhanê kir.

Di civîneke taybet de Papa Fransîs piştî gihîştina Hewlêrê li gel Serok Barzanî civiya û li civînê de jî spasî taybetî Serok Barzanî kir ji bo parastina pêkhatên olî û neteweyiyên li Herêma Kurdistanê û pêkanîna rewşa pêkvejiyana aştiyane ya li navbera wan de.

Her li vê hevdîtinê de Papa Fransis bi Serok Barzanî ragihand: "Kurdistan ji bîra min neçûye, we ne tenê pêşwaziya min, we pêşwaziyê li Xrîstiyanan jî kir‌". Papa balkişand li ser wê yekê û got: "We di dema êrîşên DAIŞê de Xrîstiyan parastin, we wekî bira pêşwazî li birayên Xrîstiyanan kir".

Her di vê hevdîtinê de, Serok Barzanî hêvî xwest, serdana Papa Fransis, birayetî û pêkvejiyana li nav olan de bihêztir bike û got: "Şanaziyê bi çanda pêkvejiyaniya gelê Kurdistanê dikîn, çanda pêkvejiyana me birayetî û xweşdiviyê zêdetir kiriye, bi navê hemû pêkhatên Kurdistanê pêşwaziyê li we dikîn û serdana we cihê rêzeke zêdeya me ye".


 

Nûçeyên têkildar