Serokê Herêma Kurdistanê: Şerefmend im ku li Hewlêrê pêşwaziyê li Papa dikim

Hewlêr-KDP.info- Îro Yekşema 7.3.2021 Papayê Vatîkanê Papa Francis li Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li balafirgeha Hewlêrê hat pêşwazîkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê li ser hesabê xwe yê Facebookê wiha got: “Ez şerefmend im ku li Hewlêrê pêşwaziyê li Papa dikim.”
Nêçîrvan Barzanî wiha domand: “Wek herdem em pabendî aştî û azadiya olî û birayetiyê ne. Rêz û hurmeta me ji bo pêşmergeyên qehreman û yên din ên ku ji bo aştî û azadiya tevahiya Iraqê canê xwe dane.”




