25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî bo serokê Îtîlafê: Em li hember binpêkirinên li Efrînê dilgiran in

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Îtîlafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de, pêşhatên dawiyê yên rewşa siyasî ya Sûriyê û navçeyê û hewla çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê hatin gotûbêjkirin.

Serokê Îtîlafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê, spasiya helwesta dostane ya Herêma Kurdistanê kir ya li hember gelê Sûriyê û daxwazên wê yên rewa, bi taybet mêvandarîkirina bi sedan hezar koçberên Sûrî li Herêma Kurdistanê kiriye û hevkariya ligel wan kiriye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir, Herêma Kurdistanê piştevaniyê li her hewlekê dike ji bo çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê bi awayekî aştiyane û bi arasteya bicihbûna aramî û aştiyê li navçeyê û dabînkirina mafên hemû pêkhate û gelên Sûriyê, di nava wan de jî misogerkirina daxwazên rewa yên gelê Kurd li wî welatî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dilgiraniya xwe jî li hember binpêkirinên li Efrînê dibin nîşan da û hêvî xwast ku rê were girtin.

Nûçeyên têkildar