26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwazî li Eyad Ellawî kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî îro Çarşema 03.03. 2021ê li Selahedîn pêşwazî li Serokê Îtilafa Niştimanî ya Iraqê Dr. Eyad Ellawî kir.

Di hevdîtinê de proseya siyasî ya Iraqê û guhertin û geşedanên herî dawî yên Iraqê û herêmê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha di civînê de li ser hilbijartinên bê yên Iraqê gotûbêj kirin û li ser asteng û gefên li ber hilbijartinan û proseya siyasî ya Iraqê û pêkvejiyana pêkhateyên Iraqê, fikr û ramanên xwe parve kirin.

Nûçeyên têkildar