Nêrçîrvan Barzanî: Papa dergehekî cîhanî bo Kurdistanê vedike

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî têkildarî serdana Papayê Vatîkanê Papa Francis bo Hewlêrê got ku dergehekî berfirehê cîhanî li ser Iraq û Herêma Kurdistanê vedike û cihê xweşhaliya hemû pêkhatane.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro Sêşemê 2yê Adara 2021an li Hewlêrê pêşwazî li Birîkarê Pêşketiyê Wezareta Derveya Iraqê, Serokê Lîjneya Bilind a Amadekariyên Serdana Papa Bo Iraq û Herêma Kurdistanê Nizar El Xeyrullah kir.
Di hevdîtinê de Nizar El Xeyrullah amadekarî û bernameya Papayê Vatîkanê Papa Francis ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê pêşkeşî Nêçîrvan Barzanî kir û xweşhaliya xwe bi hevkarî û hemahengiya di navbera aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de derbirî ku hemû rêkar û merasîmên ligel Papa plan ji bo danîne.
Ji aliyê xwe Nêçîrvan Barzanî serdana Papa ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê wek bûyereke dîrokî pênase kir û da zanîn ku ew dibe dengvedanekî cîhanî.
Serokê Herêma Kurdistanê bal kişand li ser peyam û girîngiya serdana Papa û got ku dergehekî berfireh ê cîhanî li ser Iraq û Herêma Kurdistanê vedike û cihê xweşhaliya hemû pêkhateyan e, û derfetek e jî ji bo kûrtirkirina kultûra pêkvejiyan û lêborînî û hevdû qebûlkirina di navbera hemû pêkhatan de.




