Serkirdeyên sîyasî di kombûna Dokan de bo werigrtina bawerîyê ji Malikî muhran vekom dikin

Kombûna pênc alîya havîngeha Dokan bi dawî pê hat, ku tê de gengeşa li ser qeyranên Iraqê hat kirin, di evê kombûnê de her yek ji, Celal Talebanî serokê komara Iraqê û Mesûda Barzanî serokê herêma kurdistanê û Eyad Ellawî serokê Îtîlafa Iraqîyye û Usama Nuceyîfî serokê encumena nûneran û Salih Mutleg cihgirê serokê wezîran, tê de amadebûn.
Li gorî jêderan, serkirdeyên sîyasî li vekomkirina muhra parlîyamenteran bo wergirtina bawerîyê ji Nûrî Malikî rêkeftn, di evê demê de, "Muqteda Sedr" rêberê tevgera Sedr radigihîne, ku ji wergirtina bawerîyê ji Malikî poşman nabe û peyman daye hevbeşên xwe û gotiye wan ku "hûn 124 dengan bi dest bihênin, ez jî dê bikim 164 deng."
Ew jî wek amajeyek bo pabendbûna tevgera Sedr bi rêkevtinên li gel serkirdeyên Kurdistanî û Iraqî bo çareserîya qeyrana Iraqê.
Alîgirê tevgera Sedr Elî Hemze Bexdadê wek pîşeya herdemîya tevgera Sedr, ewê carê jî pirsyarekê arasteyî Muqteda Sedr dike û jê dipirse; "çend serkirdeyên partîya De'we (ya Nûrî Malikî) nûçeyek weha belav dikin ku goya hûn ji wergirtina bawerî ji serokê encûmena wezîran poşman bûne.
Di bersiva ewî alîgirî xwe de, Muqteda Sedr rêberê tevgera Sedr tekezî li ser ewê çendê dike, ku ew ji soza xwe bo wergirtina bawerîyê ji Malikî poşman nebûye. Sedr dibêje: "min bi hevbeşên xwe re gotiye heger hûn 124 dengan kom bikin, ez dê bikim bi 164 deng." Ew jî wek amajeyek bi 40 kursîyên lîsta Ehrar a ser bi tevgera Sedr di parliyamenta Iraqê de.
Muqteda Sedr herweha di bersiva nameya alîgirê xwe de radigihîne, ku Partîya De'we ya Malikî bi hemû awayekê çaksazîyan red dike û hokarê biryara xwe jî bo ewê çendê vedigerîne. Sedr dibêje: "mixabin ew partîya têkoşer a berê hemû çaksazî red kirine."




