Serok Barzanî û Wezîrê Navxwe yê Iraqê tekezî li ser cîbicîkirina rêkeftina Şingalê kirin
__2021_02_27_h15m40s40__ER__2021_02_27_h17m57s46__HK.jpg)
Hewlêr-KDPinfo- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Wezîrê Navxwe yê Iraqê kir.
Îro Şemiya 27.02.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Osman Xanimî Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Federaliya Iraqê kir.
Li civînê de rewşa emnî û pêşhatên dawî yên Iraqê û hemahengiya di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqa Federal ya li rûbirûbûna gefên emnî û terorê hat guftûgokirin û herwiha tekezî li ser bi cîhkirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê hat kirin.
Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqa Federal mijareke dinê vê hevdîtinê bû.




