Mesrûr Barzanî bo Wezîrê Navxwe yê Iraqê: Demografiya Kerkûkê tê guhertin û divê pêşiya wê were girtin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li wezîrê Navxwe yê Iraqê Osman Xanimî kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Şemiya 27.2.2021 li Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Navxwe yê Iraqê Osman Xanimî û şanda pê re kir.
Di civînê de behsa pêşxistina hemahengiya ewlehiyê di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de hat kirin, bi taybet di mijara lêpirsîna ser êrişa mûşekî ya Hewlêrê de ku ji ber hemahengiya baş encamên baş bi dest ketine.
Di hevdîtinê de her wiha behsa girîngiya bicîhanîna rêkeftina Şingalê û derxistina hêz û milîsên ne qanûnî ji wê deverê hat kirin.
Serokwezîrê Heêrma Kurdistanê spasiya wezîrê navxwe yê Iraqê kir di mijara çareserkirina pirsgirêkan û anî ziman jî, li Kerkûk û deverên din yên Kurdistanî guhertina demografiyê û serkutkirina kurdan berdewam e û got, ew rewşa ku li wan deveran heye, awarte û ne destûrî ye. Ne di berjewendiya xelkê Iraqê de û divê pêşiya wê were girtin.
Di civînê de behsa danûstandinên Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê bi taybet di mijara bûdceyê de û hilbijartinên giştî jî hat kirin.




