26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezerata perwerdê dê li Kurdistanê 2000 dibistanan ava bike

Çavkanî: KDP.info

Berdevêkê bi navê wezerata perwerdeyê a Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir ku asta yekem ji pilana siteratejîk ya wezerata perwerdeyê ew e ku di vê salê de 2000 dibistanên nû avabike.


Berdevkê fermî a bi navê wezerata perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hejar Mehmod di daxuyaniyekê de ji Kenala Kurdsatê re ragihand ku: " Bi mebesta çareserkirina pirsgirêka kêm bûyna dibistanan, wezerata perwerdeyê pilaneke sitratejîk ragihandiye ku wê 2000 dibistanên nû avabike û  dê di asta yekemîn de 500 dibistan bê ne avakirin."

Hejar Mehmod her wiha diyar kir ku kompanyayên avakirinê bo avakirina dibistanan dikarin pêşnameyên xwe pêşkêşî wezerata perwerdeyê bikine.

Nûçeyên têkildar