Baydemîr: Herêma Kurdistanê hêviya hemû gelê Kurd e û divê tevahiya aliyên Kurdistanî piştevaniya wê bikin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li siyasetmedarê kurd Osman Baydemîr kir û di wê civînê de Osman Baydemîr piştevaniya xwe bo hikûmeta Kurdistanê nîşan da û ragihand, Herêma Kurdistanê hêviya hemû gelê Kurd e û divê tevahiya aliyên Kurdistanî piştevaniya wê bikin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî Pêncşema 25.2.2021 li Hewlêrê pêşwazî li siyasetmedarê Bakurê Kurdistanê Osman Baydemîr kir.
Di hevdîtinê de behsa girîngiya yekrêziya navbera hêz û aliyên Kurdistanî û xebata aştîyane ya gelê Kurd hat kirin bo parastina mafên rewa yên gelê Kurd.
Osman Baydemîr piştevaniya xwe bo Hikûmeta Kurdistanê nîşan da û ragihand, Herêma Kurdistanê hêviya hemû gelê kurd e û divê tevahiya aliyên Kurdistanî piştevaniya wê bikin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî spasiya piştevaniya Osman Baydemîr kir û hêviya serkeftinê di kar, xebat û têkoşîna bo gelê Kurdistanê de jê re xwest.




