Zanayekî Êranî: Ger em Sûriyê winda bikin wê demê em nikarin Tehranê biparêzin

Serokê navenda E`mar ya stratejîk bo nehêştina şerê nerm li dijî komara îslamî ya Êranê Mehdî Taêb ragihandiye ku ger em Sûriyê winda bikin wê demê em nikarin Tehranê biparêzin.
Malpera Danşco ya ser bi hêzên Pasîc belavkiriye ku Taêb tekez li ser piştgîriya rêjma Sûriyê kiriye û bang li hikûmeta Êranê kiriye ku pêwîste Êran alîkariya artêşa rêjîma Beşar Esed bikin.
Mehdî Taêb bi daxuyaniyekê Sûriyê wek parêzgeheke Êranê ya jimare 35 destnîşan dike û giringiyekî stratejî li nav parêzgehên Êranê dide Sûriyê û dibêje: “Sûriyê parêzgeha 35`emîne û parêzgeheke stratejîke bo me, eger dijmin bo dagîrkirina Sûriyê yan Xozistanê êrişî me bikin tişta sereke em bikin ewe ku em Sûriyê biparêzin.”
Mehdî Taêb gotiye: "Ger em Sûriyê biparêzin wê demê em dikarin Xozistanê jî vegerînin lê belê ger em Sûriyê winda bikin wê demê em nikarin Tehranê jî biparêzin."




